Li Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê meşek hate lidarxistin

108

 

 

 

MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Duh saet 14:00’ê jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi al û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, HPG, YJA, Star, KCK, YPG, YPJ û KJK ku hildan û pankartên ‘8’ê Adarê pîroz be’ meşiyan. Di meşê de jinan dirûşmeyên ‘Soda me ye emê pergala Îmralî bişkênin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ qêr kirin.

 

Bi hezaran jinên wargehê ku bi cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn li ber deriyê Şaredariya Mexmûr kom bûn û heya qada Newrozê meşiyan û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ qêrkirin. Her wiha di meşê de jinan li dahol û elbaneyan xistin. Piştî meş giha qada Newrozê li vir deqeyek rêz ji bo şehîdan hate girtin.

 

Piştre li ser giringî û wateya 8’ê Adarê roja jinên têkoşerên cîhanê mamostaya dibistana Amadeyî Bêrîvan Demîr axivî û got; “Didespêkê de em roja jinên cihanê li Rêberê Rêberan Rêber Apo, li jinên berxwedêr yên ku îro diçeperan de li berxwe didin, li jinên kedkar, bitaybet li hemû jinên Kurd  û jinên cihanê pîroz dikim.  

 

Em di roja me ya îro de  berê xwe bidin berxwedaniya jinê li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaniya jina tekoşer û jina ku li çeperan şer dike li pêşe. Di berxwedaniya Serdemê ya Efrînê de bicenga jin, bitekoşîna jin, birêkeftina jin mafê xwe diparêze. Di heman demê de mafê jinê bûye tirsa dilê neyaran.  Ji bo wê ji dema em dibêjîn Xwidawend em wan Xwidawendan di Efrînê de dibînin. Li hemû deverên Kurdistan û cîhanê hemû jin ji bo mafê xwe li berxwe didin, ji bo mafê xwe yê azadiyê bi dest bixwe bûye jina tekoşer.”

 

Demîr b ivan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bibin layiqî tekoşîna jina azad a ku berxwedêr. Ji ber ku jin bi çandinî û biberhemê destêxwe, biked û bimezinkirina zarokên tekoşer tênaskirin. Ji bo vê em wek jinên wargeha Mexmûr divê em li tekoşîna jina azad xwedî derbikevîn. Artêşbûna jinê di cihanê de cara yek di nava tekoşîna PKK’ê de di pêşengtiya Sara de hatiyedîtin.  Em ji vê derê heta Qendîlê, ji Qendîlê heta Amarîkayê, ji Amerika heta Efrînê, ji Efrînê heta Kobanê em silav dikin, em cejnawe ya 8’ê Adarê pîroz dikîn û divê em hemû jinên Kurd bibin şopdarê Sara, Ronahî, Rojbîn, Arîn û Barînan. Bivê boneyê cardim em xêrhatina we tevayî jinên wargehê dikim û vê rojê li we pîroz dikim.”

 

Piştî axaftina mamosta Bêrîvan Demîr jinên Wargehê dîlan gerandin û piştî dilanê ji meş bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘ Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘ Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

 

 

 

(sk)