HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Piştî 7’ê Sibata 2018’ê hêzên Iraqê li dijî hêzên nenas yên li sînorê bajarokê Zinane yê Germiyan operasyon lidar xistin, piştre ragihandin ku herêm paqij kirine. Niha carek din liv û tevgera van hêzên nenas li herêmê zêde bûye.

 

Der barê mijarê de rêveberê bajarokê Zinane yê girêdayî Germiyan Cemal Saleh ev agahî dan ajansa me; “Çend rojin carek din liv û tevgera van hêzên nenas zêde bûye. Dest bi kiryarên terorîstî kirine.”

 

Cemal Saleh wiha jî got; “Piştî me serdana gundê Lek û Quşelanman kir, niştecihên gund ji me daxwaz kirin ku hêzên pêşmerge li vir bicih bikin. Me jî fermandariya hêzên 70’ê ya pêşmergeyan daxwaz kir biçine herêmê. Wan jî ev qebûl kir û hêzên tûgaya 124 ku li sînorê Zinane heye, hinek hêzên xwe şandin gundên Quşelan û li wir bicih kirin.”

 

Her wiha Cemal Saleh daxuyakirin ku di nava çend rojên buhrî de hêzên nenas li sînorê gundên Quşelan û Lek hinek welatiyên sivîl revandine.

 

Hêjay gotinê ye ku piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê komên çekdarên nenas li sînorê gundên girêdayî bajarokê Zinane zêde bûne. Li gor gotinên hinek berpirsên ewlehiyê li herêmê, ev komên çekdar bermayên çeteyên DAIŞ’ê ne.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here