Mamostayên Helebce îro li qadan bûn

79

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Îro li ber ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Helebce mamostayên Helebce kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê mamostan peyama ku hatî amadekirin ji aliyê Dana Ebdul ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Em mamostayên sînorê parêzgeha Silêmanî û Helebce şikestina proseya perwerde û girtina deriyên dibistanan dixine stûyê herdû hikûmetên Herêma Kurdistan û Bexda. Ji ber ku qûtê mamosta û mûçexweran kirine qurbanê siyaseta herdû hikûmetan.

 

 

Divê demek pêş a din bi gavên pratîkî nêzî çareseriya pirsgirêkên mamosta û mûçexweran bibin. Êdî dest ji siyaseta birçîkirina welatiyên Herêma Kurdistanê berdin. Em ji hemû aliyek re dibêjin ku heya daxwazên me têne bicihkirin, wê boykota me bidome.”

 

Piştre serokê koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê Musena Emîn jî wiha axivî; “Mixabin ji aliyê herdû hikûmetên Herêma Kurdistan û Bexda ve zilmek mezin li gelê Helebce hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de nerazîbûna mamostayan mafek rewa ye. Me di rûniştina xwe ya li gel Serokwezîrê Iraqê de nerazîbûn û gazindên xelkê Helebce jê re ragihand. Belê me sozek cidî wernegirt.”

 

 

Musena Emîn di dawiya axaftina xwe de ev jî anî ziman; “Niha ti hincetek nemaye di destê Serokwezîrê Iraqê ji bo neşandina mûçeyê Wezaretên Perwerde û Tenduristiyê. Em li benda ew sozên duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dane. Piştî ew dema ji bo şandina mûçe dayî, ger soza xwe pêk neyne, emê helwesta cûda nîşan bidin.”

 

(sk)