‘Pêwîste jin li dijî çanda şîdetê werin perwerde kirin’

61

 

 

 

BOTAN GERMIYANÎ-HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Li Herêma Kurdistanê asta tundûtûjiya dijî jinan zêde bûye. Li herêma Germiyan dinava 3 mehan de 3 jin hatin kuştin. Berpirsên rêxistinên bowarê jinan ku ji ajansa me re axivîn, bal kişandine ser metirsiya zêdebûna tundûtûjiyê.

 

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Şaxa Germiyan Şukriye Xefur daxuyakirin ku li Herêma Kurdistanê rewşa jinan di astek nebaş de ye û wiha domand; “Ji destpêka îsal ve gelek jin hatine kuştin. Rastî tundûtûjiyê hatine. Ger em Germiyan wek mînak bigirin dest, em dibînin di nava 3 mehan de 3 jin hatine kuştin. Ger ji bo pêşîgirtina tundûtûjiya dijî jinan karek cidî neyê kirin, wê ber bi rewşek hîn nebaştir ve biçe.”

 

 

Şukriye Xafur bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Pêşketina jinan weke pêwîste nîne. Jin li hemberî pêşxistina xwe û azadbûnê xemsarin. Weke rêxistinên jinan pêştir ji bo perwerdekirina jin û zilaman me kar kiriye. Ji bo dûrketina li tundûtûjiyê.”

 

Berpirsa Rêxistina Pêşxistina Gel (PDO) Viyan Sabir li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Ji di vê civakê de çi di aliyê yasayî yan jî civakî de xwedî cihek lewazin. Vê lewaziyê jî wisa kiriye ku tundûtûjiya dijî jinan zêde bibe. Pêwîste jin bi xwe perwerde bikin û ji bo wergirtina mafên xwe yên di bin navê mêrsalarî de jê hatine standin kar bikin.”

 

 

Viyan Sabîr axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ji rêxistinên jinan, rêxistinên navnetewî, ew rêxistinên taybet bowarê jinan û mafê mirovan daxwaz dikin xebat bikin ku em hemû bi hev re bikarin tundûtûjiya dijî jinan kêm bikin. Divê ji bo perwerdekirina civakê kar bê kirin.”

 

(sk)