QSD: Hezar û 588 leşker û çete li Efrînê hatin kuştin

55

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Raghandin û Çapemeniyê  ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî, bîlançoya êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20 çile heta roja îro li ser Efrînê, eşkere kir.

 

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

 

Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.

 

Şehîd

 

1-Şehîdên hêzên me yên leşkerî: Di berxwedanî û şerê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 283 şervanên me şehîd bûne û bi merasîmên fermî hatine oxirkirin.

2-Kuştiyên dijmin: Di şer û çalakiyên hêzên me li dijî artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê, hate tekezkirin ku hezar û 588 leşker û çete hatin kuştin. Hêzên me bi tekez kirin ku cenazeyên wan li qada şer hatine dîtin.

3-Êrîşên hewayî:Artêşa Tirk hezar û 26 êrîş li dijî cihê sivîlan, binesazî, stasyonên avê, dibistan û cihê mirîşak pêk anîn.

4-Êrîşên bi helîkopteran: Artêşa dagirker 56 êrîş li dijî cihê sivîlan û binesazî pêk anîn.

5-Topbarana bi çekên giran:Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sê hezar û 307 caran bi çekên giran êrîş kir.

6-Şerên rû bi rû:Hêzên me 643 caran bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kete nava şer û encamên wê diyar bûn. 176 caran jî şer rû da, lê encam nehatine diyarkirin.

7-Ketina balafiran: Hêzên me dikaribûn du hilîkopter yek ji cûreya Kobra û yeke din jî ji cûreya Sikorskî ya veghustina leşkeran xistin xwarê û di encamê de 11 leşker ku efser di nav de hebûn hatin kuştin.

Her wiha hêzên me du balarfirên keşfê yek ji cûreya Dirom û yek jî ji cûreya Beyreqdar xistin xwarê.

Di heman demê de, hêzên me helîkoptereke artêşa dagirker jî derb kirin.

8-96 alavên leşkerî ku tang, panzêr û erebeyên leşkerî di nav de hebûn hatin rûxandin. Her wiha 32 alavên  leşkerî ku tang û paznêr di nav de hebûn hatin derbkirin.ʺ

 

(bz)