Şanda jinan li Efrîne û piştgiriya berxwedanê dikin

73

 

 

 

SPÊDE FAYÎQ/ EFRÎN

 

Duh şandek a jinên Kurdistanê bi armanca piştgirîkirina berxwedana gelê Efrînê û her wiha tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Efrînê bibin giha kantona Efrînê. Endamên şandê têkildarî armanca çûna xwe ya Efrînê ji ajansa me re axivîn.

 

Yek ji jinên endama şanda jinên Kurdistanê Kobra Argeş ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye, wiha got; “Ez endama dayikên aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê me. Ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibim hatime. Ji bo ji gelê Efrîn û şervanan re ragihînin ku dayikên Rojhilatê Kurdistanê bi ruh û giyan bi gelê Efrînê re ne. Em soza xwe dubare dikin ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê piştgiriya şervanan bikin. Bi xwîn û giyan emê tevlî berxwedana Efrînê bibin.”

 

 

Jina binavê Pexşan Mehmud ku ji navçeya Koyê ya Hewlêr hatiye Efrînê, wiha got; “Em ji bo piştgirîkirina berxwedana Efrînê hatine vir. Emê weke Kobanê bi ser bikevin. Em hatine li vir 8’ê Adarê pîroz bikin.”

 

 

Her wiha jina binavê Lence Mehmud jî wiha axivî; “Ez 8’ê Adarê li jinên cîhanê û bi taybetî jinên Efrînê pîroz dikim. Em hatine piştgiriya xwe ji bo jinên Efrînê dubare bikin û ji wan re bêjin hun ne bi tenê ne û em bi we re ne.”

 

 

Zeytun Welî ku ew jî dinava şanda jinên Kurdistanê de ye û ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hatiye, got; “Ez ji Kerkûkê hatime ji bo piştgirîkirina berxwedana Efrînê. Emê 8’ê Adarê li vir pîroz bikin. Bijî Efrîn. Bimire Erdogan.”

 

 

(s)