BÊRÎTAN KOBANÊ/ŞENGAL

 

 

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), bi wesîleya 8’ê Adarê li çiyayê Şengal’ê merasîmeke bi heybet a leşkerî lidar xist. Piştî merasîma leşkerî bi karwanekî qelebalix derbasê çiyayê Şengalê bûn. Di merasîmê de ala YJŞ'ê û posterên mezin yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin. Yek ji fermandareke YJŞ'ê Axîn Întîkam li ser girîngiya rojê axivî û di destpêka axaftina xwede bi boneya rojê kedkarê mezin yê têkoşîna azadîxwaziya jinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û 8'ê Adarê li tevahî jinên Êzidî û cîhanê pîroz kir.

 

Şervan bi karwaneke bi heybet derbasê çiyayê Şengalê bûn û dest Piştre şervan gihîştin Çiyayê Kersê û li wir Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîkam axaftinek kir û ji ber keda mezin ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di ber jin de daye, silav kir.

 

 

Axîn Întîkam di destpêka axaftina xwede bi boneya 8’ê Adarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir û 8’ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir.  Axîn got: “Wê bi têkoşîna jina azad, bi destê jinên têkoşer û jinên Apoyî civakek azad ava bibe.”

 

 

Axîn diyar kir ku wê tekeoşîna mirovahiyê û azadiyê serbikeve û wê jin pêşengiya vêya bike û wiha pêde çû: “Em jî wekê YJŞ’ê di serî de jinên ku di çeperan de ne û li hemberî tang û topan li ber xwe didin, cejna vejînê li wan pîroz dikin, ev cejn cejna rûmetê ye. Em dibêjin bijî berxwedana 8’ê Adar’ê, bi têkoşîna jina azad, bi destê jinên têkoşêr û jinên Apoyî; wê civaka azad ser bikeve. Ji bo vê jî em roja têkoşînê roja 8’ê Adarê li hemû hevalan, li hemû gelên me û bi taybet jî li Rêberê me yê ku vê kedê daye Rêber Apo pîroz dikin û em dibêjin em ê bê navber li vê jiyana pîroz a ku bi ked, fikr û ramanên Rêbertî hatiye avakirin xwedî derkevin.”

 

 

Merasîma pîrozbahiyê bi dirûşmên, "Bijî Rêber Apo", "Bijî 8'ê Adarê' bi dawî bû.

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here