Tenduristkarên Başûr têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê daxuyanî dan

38

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 11:30’ê li Parka Nalî ya bajarê Silêmanî Encumena Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê da û bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li ser gelê Efrînê şermezar kirin.

 

Daxuyaniya çapemeniyê ya Encûmena Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Sema Mihemed ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Dewleta Tirk bi şêweyek ne mirovane li Efrînê sivîlan bombebaran dike. Ji ber vê jî heya niha 220 sivîl şehîd bûne û nêzî 650 kes jî birîndar bûne.

 

Li navçeya Cindirêj hevpîşeyê me Şiyar Hacî Ebdû di encama bombebarana dewleta Tirk de di şeva 5’ê Sibatê de şehîd bû. Em van êrîşên ne mirovane yên dewleta Tirk şermezar dikin. Hevxemiya xwe ji bo malbata hevpîşeyê xwe û tevahî malbatên şehîdan radigehînin.

 

Em ji rêxistina Xaça Sor a navnetewî, doktorên sînor nenas û rêxistinên din ên navnetewî dikin dijî vê komkujiyê helwest nîşan bidin. Alikariya derman û doktoran bigehînine xelkê Efrînê.”

 

(sk)