RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê di roja 47’an de didomin. welatiyên Kerkûkê bi vê boneyê welatiyên Kerkûkê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ew piştgiriya berxwedana Efrînê dikin.

 

Yek ji welatiyên Kerkûkê parêzer Hejar Kakeyî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wiha axivî; “Şoreşa Kurdan li Rojava û damezrandina sîstema demokratîk di nava pêkhateyan de ji bo xwerêveberiyê, diyare ku dewleta Tirk nikare vê sîstemê tehmûl bike. Ji bo wê jî timî di nava pîlan û êrîşên li ser Rojava de ye.”

 

 

Her wiha sernûserê Rojnameya Hewal Burhan Hacî Silêman jî got; “Tişta niha li Efrîn di qewime, bi şêweyek cûda li nav bajarê Kerkûkê jî rû da. Niha ger sûcê Tirkiyê li dijî Efrînê êrîşa leşkerî be, li Kerkûkê jî têkdana aramiya bajare. Bi taybetî MÎT’a Tirk di aloziyên Kerkûkê de rolek serekî dilîze. Jiyana bi hev re ya dinava pêkhateyên bajar de têk dide.”

 

 

Endamê Komeleya Gencanî Welatparêz Bako Kazim jî li ser êrîşên dewleta Tirk wiha axivî; “Dewleta Tirk bi rêya perwerdekirin û dayîna çekan dixwast bi rêya komên terorîst kantona Efrîn û derdorê dagir bike. Belê ev pîlana Tirkiyê bi îradeya gel hate şikandin.”

 

 

Bako Kazim axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Niha dewleta Tirk dixwaze bi rêya leşkerên xwe Efrîn dagir bike. Belê berxwedana gel li Efrînê hêza duyem a NATO şikand û ji bo me gelê Kerkûkê bû hêvî.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here