Xwebexş ji bo Efrînê di seferberiyê de ne

50

 

 

BIRYAR MIHEMED/HEWLÊR

 

Ji roja 1’ê Adarê ve li bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya Efrînê kampanyaya alîkariyê ya bi navê ‘Hawara Efrînê’ hatiye destpêkirin. Ji bo berhevkirina alÎkariyê jî li Parka Şaneder ya Hewlêrê çadir hatiye vedan û heya niha gelek alîkarî hatine berhevkirin.

 

Endamê Desteya Piştgiriya Efrînê Murad Saleyî diyar kir ku gel eleqeyeke mezin nîşan didin û rojane gelek alîkarî tê berhevkirin.

 

 

Lê, ji ber pêwîstiya gelê Efrînê bi berdewamî bi alîkarî û hevkariyê heye Salayî bangawazî li tevahî gel kir ku di van rojên pêş de jî alîkariyên xwe berdewam bikin.

 

 

Ji derveyî alîkarî û hevkariya madî jî hemû beşên civakê ji bo piştgiriya bi Efrînê re serdana çadirê dikin û hevhelwestiya xwe radigihînin.

 

Ji derveyî çadirê jî ji bo kom kirina dermanan jî xwebexş serdana dermanxaneyên Hewlêrê dikin û li gelek cihên qelebalix sindoqên alîkariyê di deynin.

 

(bz)