Xwepêşandana mamostayên nerazî destpê kir

48

           

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’ê mamostayên nerazî li ber navenda Perwerdeya Rojava ya bajarê Silêmanî kom bûn û dest xwepêşandanê kirin.

 

Xwepêşandana mamostayan li dijî nedayîna mûçe, gendelî û bicihnekirina daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye.

 

Hêjay gotinê ye ku duh Desteya Mamostayên Nerazî daxuyaniyek dan û got; "Niha rewşa perwerdeyê, gelek xirabe, ev yek jî encamê gendelî, siyaseta şaş û berdewambûna neheqiyane. Emê xebat û çalakiyên xwe yên medenî berdewam bikin. Li gorî me yekane rêya ku em bigihîn armanca xwe daxwazkirina mafên xwe ne û xebata medeniye, em piştrast dikin ku wê çalakiyên me berdewam bikin, heya ku daxwazên me bi cih tên."

 

Xwepêşandana mamostayên nerazî didome.

 

(sk)