YJŞ: Rêber Apo jinê kir navenda jiyanê

65

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya Roja Cîhanî ya Jinê 8'Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand. YJŞ’ê cejna tevahî jinên Êzidî û jinên cîhanê pîroz kir û got: “Dê serkeftin bibe ya jinên birêxistinkirî û xwedî vîn.”

 

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye;

 

Komkujiya ku li Emerikayê hat jiyîn û di sedsala 20’mîn de dengveda, berdewamiya hovatiyên ku bi sedsalan ji aliyê feraseta mêr tê pêk anîne ve ye. Di encamê de, tacîz, tecavuz, kolekirin û dîlgirtin berhemên heman ferasetên desthilatdariya mêr e. Tabloya ku di sedsala 21’emîn de tê jiyîn, rewşek hîn xeternak radixe pêş çavan. Bi hemû awayî rastiyek wiha heye ku desthilatdar jinê weke amûrekê digire dest. Komkujiya ku li Emerîka hate jiyîn çi be, bûyera qetlîama ku 2014’e li Şengal’ê hate jiyîn û bû encamê dîlgirtin û qetilkirina bi hezaran jinên Êzidî jî heman tişte.

 

'Berxwedana Clara Zetkîn rê ji pêşketina jinê re vekir'

 

Di vê alî de, têkoşîn û rihê berxwedana ku Clara Zetkîn pêş xistiye bû, tolhildana hemû jinên hatine şewitandin. Berxwedana Clara Zetkîn rê ji pêşketina jinê re vekir. Him têkoşîna takekesî ya ku li hemberî qirkirina  jinan pêşxistiye, him jî bi avakirina hêza jinên birêxistinkirî, bûye şênberiya têkoşîna 8’ê Adarê û xwedî derketina kedê. Ya ku 8’ê Adarê bi me daye qezenckirin, têkoşîna Clara Zetkîn a ku xwedî zanist û sekna jina bihêz e. Dîsa destkeftiyên ku 100 sal berê hatiye afirandin him di têkoşîna azadiya jinê de mîrateyek cidî ava kiriye him jî çanda berxwedana ku her sal bi mezinbûnê berdewam dike daye afirandin. 8’ê Adarê bûye roja jinên cîhanê, hemû jin aniye gel hev û bûye sedema hevdû hembêzkirina tevahî jinên cîhanê.

 

'Hêza jina Êzidî dê rê nede zext û zordestiyan' 

 

Êdî hêza jinên Êzidî ya ku li hemberî feraseta mêr bêje bes e û ji bo azadiya xwe dikare bedel bide, hatiye afirandin. Rêya şoreşê ya bi jina birêxistinkirî û xwedî zanist, tenê yek rê û rêbazê  gehîştina serkeftinê ye. Soza tolhildana bi hezaran jinên Êzidî yên ku hatine qetilkirin û di vê oxirê de her gavekî ku hatiye pêşxistin serkeftinê nêztir dike. Jin hêza bingehîn a afirandina jiyanê ye û helbet wê jiyana azad bi jina azad, ya ku ne aîdê tû kesî ye, tenê aîdê xwe ye, were afirandin. Gotina Rêbertiya me ya ku dibêje. Ne tenê 8’ê Adar’ê, pêwîst e her roj bibe roja jinê.

 

‘Parastina zarûriye’

 

 Di vê wateyê de weke jinên Êzidî pêşxistina me ya hêza parastina cewherî dibe pêdivî. YJŞ’ê bi vê zanist û heqîqeta dîrokî hatiye avakirin û qasî ku wekê jinên Êzidî ji me re bûye hêvî, ji tevahî jinên cîhanê re bûye çavkaniya heviyê. YJŞ’ê ji bo jinên Êzidî yê ku xwe birêxistin û zanist kiriye û ji xweliyê xwe, xwe ji nû ve afirandiye, bûye hêza avakirina rihê şoreşê û bi azweriya azadiyê bûye hêza herikandina jiyanê."

 

‘Wê jiyana azad bi destê jinên Êzidî were bidestxistin’

 

Helbet hêza navendî yê ku vê rastiyê daye afirandin Rêbertiya me û felsefeya wî ya kûr e. Yê ku jinê xistiye navenda jiyanê û heqîqeta ‘jin, jiyan, azadî’ dide jiyankirin, hêz û rihê serkeftina vê dayê me Rêberê me û birdoziya wî ye. Meşaleya azadî û berxwedanê ya ku bi Clarayan dest pê kir, bi Sarayan, Nazêyan, Nûjiyanan û Zîlanan berdewam kir, wê bi hîn xwe birêxistin kirin û mezinkirina jinên Êzidî û YJŞ’ê ve, wê ber bi serkeftinê bimeşe û jiyana azad wê bi destê jinên Êzidî were afirandin. Li ser vê bingehê,  em 8'ê Adarê di serî de li jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê, pîroz dikin. Dê serkeftin wê bibe ya jinên birêxistinkirî û xwedî vîn.

 

(bz)