YPS’ê çalakiya Stenbolê girt serxwe

62

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

YPS daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand û got; “Êvara 4'ê Adarê li taxa Gazî ya Stenbolê, yekîneyeke me ya YPS'ê kemîn danî ber wesayiteke polîsan û şer kir. Piştî çalakiyê wesayita polîsan ji cihê bûyerê reviya. Hejmara polîsên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Yekîneya me ya YPS'ê piştî çalakiyê bi serketî li qadên xwe vegeriya."