NAVENDA NÛÇEYAN

 

Duh êvarê li parka bajarê Merîwan a girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê roja jinên cîhanê ji aliyê jinên Merîwan ve hate pîrozkirin.

 

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên rêya azadiyê destpê kir. Piştre jinan helbest xwendin.

 

Di dewama pîrozbahiyê de jinan çend peyamên li ser sîstema mêrsalarî pêşkêş kirin. Her wiha li ser xwepêşandanên destpêka sala 2018’ê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê axaftin hatin kirin. Ji bo bihêzkirina tevgera jinan pêşniyar hatin kirin.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here