Artêşa Tirk parzûngeha ava Efrînê hedef girt

62

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Artêşa Tirk ya para xwe ji mirovahiyê negirtiye hemû çavkaniyên zarûrî yên jiyanê yên Kantona Efrînê hedef digire û sûcê mirovahiyê dike. Artêşa Tirk a dagirker parzûngeha Kantona Efrînê ya dikeve gundê Matîna ya navçeya Şera kir hedefa êrîşên xwe. Di encamê de parzûngehê gelek ziyan dît û ji xizmetê derket. Vê yekê hişt ku ava vexwarinê li ser sed hezaran şêniyên Kantonê qut bibe.

 

 

ji ber êrîşên dagirkeran û şerê ku li derdora parzûngehê rû dide, endamên Şaredariya Gel nikarin xwe bigihînin parzûngehê û sererast bikin.

 

Hevşaredarê Şaredariya Gel a Navendî Nûrî Şêxo da zanîn ku wek çareseriyeke demkî av bi riya xezaneyan li şêniyên herêmê tê belavkirin. Şêxo wiha got, ʺBi vî rêbazî welatî nikarin avê pêwîstiya xwe  werbigirin.ʺ

 

Endamê Komîteya Bîran a Meclîsa Tenduristî Îso Elî jî axivî û destnîşan kir ku ji bo parastina tenduristiya welatiyan, wan dest bi xebatên raçavkirina ava bîran kirine, da bizanbin ku av ji vexwarinê re dibe yan nabe.

 

Artêşa dagirker 27ʹê Çile bi topan parzûngeha avê ya Kantona Efrînê hedef girt.

 

(anha)