Bi boneya 8’ê Adarê jinên Germiyan kom bûn

62

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR-BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Îro saet 13:30’ê li Parka Meşxel a navçeya Kelarê ya girêdayî herêma Germiyan bi boneya 8’ê Adarê roja jinên têkoşerên cîhanê jin û rêxistinên jinan ên Germiyanê kokm bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Di daxuyaniya çapmeniyê de berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya şaxa Germiyan Şukriye Xefûr peyamek xwend û wiha hate gotin; “Bi boneya vê rojê me çend daxwaz kom kirine û pêşkêşê Serokatiya Parlamento, Desteya Wezîran û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê dikin. Ev daxwaze jî ewin ku dema dadgeh li ser dosyayên jinan biryar didin, divê rêxistinên jinan jî bên agahdarkirin û amade bin.

 

 

Daxwazek me ya din jî ewe ku rê ne yê dayîna hilweşandina ti lijneyek jinan li parlamentoya Herêma Kurdistanê. Ya baş ewe ku bên aktîfkirin. Her wiha daxwaz dikin li Germiyan hêzên navxweyî û navendên polîsan aktîfbibin. Ji ber ku rolê wan ê dijî şidesta li hember jinan tê kirin lewaze. Weke mînak; di sala 2018’ê di nava mehekê de 2 jin hatin kuştin û yek jî şewitandî hate dîtin. Belê heya niha kujerên wan nehatine binçavkirin, an girtin.”

 

Piştre jinan 3 tabûtên sembolî yên danîn gul danane ser. Du ji wan tabûtan ên 2 xwikên hev ên destpêka îsal de li navçeya Kelar ji aliyê birayê wan ve hatibûn kuştin bûn. Tabûta din jî ya jinek ku kuştî li sînorê bajarokê Kifrî yê Germiyan hatibû dîtin bû.

 

 

 

(sk)