BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro li bajarê Hewlêr bi boneya 8’ê Adarê roja jinên cîhanê çend çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

 

Destpêkê konferansek hevbeş ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û encûmena bilind a karûbarê xwaniman li Zanîngeha Kurdistan a Hewlêr hate lidarxistin.

 

Her wiha Rêxistina Paw bi alikariya çend rêxistinên biyanî pêşangehek karê dest ji bo çend jinên bajarê Hewlêr û derdorê vekir.

 

Li aliyek din jî beşek ji jinan pêşangehek ji bo karên xwe yên dest vekirin û biryare ev pêşangeha karên dest sê rojan dewam bike.

 

 

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here