NAVENDA NÛÇEYAN

 

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 48'an de ne. Bomberdûmana herî giran a bi balafirên şer li navçeya Cindirêsê tê kirin. Arteşa Tirk a dagirker ku li vê derê êrîşî cih û warê sivîlan dike, duh 4 sivîl şehîd bibûn.

 

Êrîşên bi balafirên şer duh bi şev jî dewam kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê bersivê didin êrîşên dagirkeran. Şerê giran ê li navçeyê dewam dike.

 

Navçeya Cindirêsê ku li aliyê başûrê rojava yê Efrînê ye, xwedî girîgiyeke stratejîk e. Artêşa Tirk a dagirker dixwaze Cindirêsê dagir bike û yekser êrîşî navenda bajarê Efrînê bike.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here