HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Îro li ber avahiya Walîtiya Helebce jinên bajarê Helebce, ofîsa mafê mirov a Helebce û rêxistina alikariya yasayî kom bûn û bi daxuyaniyek çapemeniyê daxwazên xwe pêşkêşê Walîtiya Helebce kirin.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de ji rêxistina alikariya yasayî parêzer Şûxan Heme Reşîd peyamek xwend û wiha hate gotin; “Li gel ku Helebce 3 salin bi bûye parêzgeh jî, lê heya niha ti gavek cidî ji bo dijî şideta nava malbat nehatiye avêtin. Her wiha heya niha li Helebce navendek taybet ji bo pirsgirêkên malbatan nehatiye vekirin.

 

 

 Bi taybetî di vê rojê 8’ê Adarê de ji aliyên peywendîdar daxwaz dikin ji bo xistina meriyetê ya yasaya dijî tundûtûjiyê xebatên cidî bikin. Her wiha navendek ji bo pirsgirêkên malbatan jî bê vekirin.”

 

Her di daxuyaniya çapemeniyê de cigirê Waliyê Helebce Kawe Elî jî axivî û got; “Heya niha beşek ji wezaretan biryara Desteya Wezîran a ji bo vekirina navendek giştî li parêzgeha Helebce ne pêkanîne. Di heman çarçoveyê de navendek taybet ji bo pirsgirêkên malbatan nehatiye vekirin. Weke rêveberiya Helebce ev daxwaza me jî ye. Bi vê armancê me çend caran nivîs pêşkêşê aliyên peywendîdar kirine, belê bersiv nedane.”

 

 

Kawe Elî got ku ew daxwazên îro hatine kirin wê bigehînine aliyên peywendîdar.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here