Hêzên Îranê li Tehranê gelek jin binçav kirin

55

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro biryar bû bi boneya 8’ê Adarê roja jinên têkoşerên cîhanê li Îranê jin li ber Wezareta Kar a Îranê li ser Cadeya Azadî ya Tehran kom bibin. Belê hêzên polîs û ewlehiyê yên rejîma Îranê pêşwext êrîşê ser xwepêşanderan kirin.

 

Li gor agahiyên hatin girtin, hêzên polîsan cadeyên derdora Wezareta Kar girtine û her jinek dibînin binçav dikin. Heya jinên bi temen ên ku sibehê ji bo gerê derketine jî hatine binçavkirin.

 

Hêjay gotinê ye ku biryar bû îro jin li ber Wezareta Kar a Tehranê bi boneya 8’ê Adarê kom bibin û xwepêşandanek nerazîbûnê nîşan bidin. Her wiha pêştir jî hatibû ragihandin ku jin bi şêweyek giştî wê di vê rojê de bi hevre laçikan ji ser serê xwe rakin. Ev jî bû tirsek mezin di nava dilê hikûmeta Îranê de. Li dijî vê jî êrîşê jinan dikin û wan binçav dikin.

 

(sk)