Ji welatiyên Hewlêr banga boykota malê Tirkî

72

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Li Başûrê Kurdistanê demeke pêngava derxistina navend, baregehên leşkerên Tirk ji ser xaka Başûr û boykotkirina malê Tirk destpê kiriye. Welatiyên bajarê Hewlêr der barê mijarê de ku ji ajansa me re axivîn, banga tevlîbûna vê pêngava dijî malê Tirkî kirin.

 

Yek ji welatiyên bajarê Hewlêr Cewher Seyda diyar kir ku divê ew malê ji Tirkiyê tê şandina Herêma Kurdistanê bê boykotkirin û got; “Dewleta Tirk bi rêya ew qezenca ji firotina van kelûpelan bi dest dixwe, dike çek û cardin li dijî Kurdan bikar tîne.”

 

 

Her wiha jina ciwan a ji Hewlêrê Behre Hemedemîn jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Boykotkirina malê Tirkî wê bandorek mezin li ser dewleta Tirk çêbike. Belê ji bo me wê ti zererek nebe. Wê Tirkiye bikeve nava zererek mezin a madî de.”

 

 

Behre Hemedemîn got; “Divê em vê li hemberî Tirkiyê vê rêyê bi kar bînin û malê Tirkî boykot bikin. Ji bo Tirkiye bikeve nava krîzek mezin a bazirganiyê de.”

 

Xalîd Tahîr jî daxuyakirin ku Tirkiye bi deha bi rêya bazirganiya li Herêma Kurdistanê bi dest dixwe, carek din jî vî pereyî dijî Kurdan bi kar tîne û wiha domand; “Ji bo wê jî divê demek pêş  a din welatiyên Herêma Kurdistanê mal û kelûpelên Tirkî boykot bikin.”

 

 

Di dawiyê de Xalîd Tahîr got; “Ji ber film û rêzefilmên Tirkî çanda nava malbatan roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe. Bandorên neyînî li ser takekesên Kurd çêdike. Ev jî dibe sedema tundûtûjî û têkçûna peywendiyên civakî dinava malbatan de.”

 

(sk)