SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Îro di 8’ê Adarê roja jinên têkoşer ên cîhanê de Jin TV bi dirûşmeya ‘Dengê jinê, rûyê jiyanê’ dest bi weşana xwe dike.

 

Rêvebera ofîsa Jin TV a Silêmaniyê Sakar Ebdullah têkildarî vekirina qenalê ji ajansa me re wiha got; “Fikra vekirina vê qenalê ji bo rewşa herêmê û bi taybetî ew jiyana ku jin di nav de dijîn ragihîne ye. Her wiha dewamkirina rêbaza Serok Apo ye ku bi berdewamî ji bo azadiya jinan di têkoşînê de ye.”

 

 

Sakar Ebdullah wiha jî got; “Armanca me ragihandina hestên jinan e. Her wiha derxistina pêş a dengê nerazî li hemberî ew tundiyên dijî jinan tên kirine. Derxistina pêş a hêz û îradeya jinê ye. Dirûşma me jî Dengê jinê rûyê jiyanê, ye.”

 

Jin TV bernameyên bi zimanê Erebî, Farsî, Tirkî û hemû zaravayên Kurdî pêşkêş dike. Li Kurdistan weşan dike û navenda wê li Ewropa ye. Jin TV weke yekemîn qenala li Kurdistan û duyemîn qenale li cîhanê de ku li ser destê jinan hatiye damezrandin.

 

Frakansa qenala Jin TV wiha ye:

Peyk: Hotbird 13°E

Frekans: 11 054 MHz

Polarizasyon: Horizontal

Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here