Jinên Balekayetî: Serkeftinên Rojava bi rolê jinê çêbûne

85

 

 

 

ZOSK BALEK/ BALEKAYETÎ

 

Îro 8’ê Adarê roja jinên têkoşer ên cîhanê ye. Bi vê boneyê jinên pêşmergeyên dêrîn ên herêma Balekayetî ya girêdayî Hewlêr ku ji ajansa me re axivîn, 8’ê Adarê li jinên Rojava û tevahî jinên Kurd pîroz kirin.

 

Pêşmergeya dêrîn Hemîn Hemed wiha axivî; “Li gel komek jinên din ên Balekayetî me jiyanek zehmet û dijwar a pêşmergetiyê derbas kir. Hevalên me şehîd bûn. Birîndar bûn. Niha jî li Rojavayê Kurdistanê berxwedanek bi pêşengiya jinan heye. Pêşketinek mezin a jinên Kurd heye. Jin tevlî şoreş û parastina welat bûne. Ji bo wê jî divê em hemû destê wan bigirin û piştgiriya wan bikin.”

 

 

Hemîn Hemed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ew serkeftinên li Rojava hene, bi hêza jinê bidest ketine. Her ji bo wê jî ti hêzek nikare li hemberî îradeya gelê Kurd bi ser bikeve.”

 

Pêşmergeyek din a dêrîn Kejal Ebdullah jî wiha dest bi axaftina xwe kir; “16 salan min di nava şoreşa Başûr de xebat kir. Destpêkê jî min rêxistina veşartî ya bajaran dikir. Ji bo çêkirina peywendiya girtiyên siyasî ez bi tenê diçûme girtîgehan. Min name dibirin û tanîn.”

 

 

Kejal Ebdullah wiha jî got; “Tişta li Rojava bi dest ketiye bi berxwedan û hêza jinê pêkhatiye. Pêwîste bên parastin û neyên xistina bin destê zilaman de.”

 

(sk)