NEDÎMA ŞEMO-VIYAN ŞEMO/ŞENGAL

 

 

Meşa ciwanan ya Ji aliyê Jinên Ciwan yên Şengalê ve hate rêxistin kirin ji ber navenda PADÊ destpê kir heya şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş meşiyan.

 

 

Meşvan ala Yekîtiya Ciwanên Êzidî, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin gotin.

 

Ciwan li Şehîdgehê tevahî şehîdên berxwedana Şengalê û bi taybet jî şehîdên jin bîranîn û cejna tevahî jinên cîhanê, li jinên Êzidî û jinên ku niha li Efrînê di çeperan de li dijî dagirkeriyê liber xwe didin pîroz kirin.

 

Li ser navê YCÊ Ezda Viyan axivî û got: “Berxwedaneke bêhempa li Efrînê bi pêşengiya jinê pêşdikeve. Nimûneya vêya herî berçav jî heval Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ye. Em berxwedana wan silav dikin û piştgiriya wan dikin.”

 

 

Ezda Viyan her wiha diyar kir ku ewê 8’ê Adarê bi sonda tolgirtina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de pêşwazî bikin û got: “Em soz didin gelê Êzidî emê weke ciwanên Şengalê ji bo rizgarkirina dîlên di destê DAIŞ’ê de heya dawiyê têbikoşin. Em ê hesabê wê ji dijmin bixwazin.”

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here