Jinên Germiyan: 8’ê Adarê roja têkoşîna dijî şidetê ye

90

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR-BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

8’ê Adarê roja jinên têkoşer ên cîhanê her sal li Herêma Kurdistanê jî tê pîrozkirin. Li ser wate û pîrozbahiya 8’ê Adarê jinên Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku 8’ê Adarê roja têkoşîna dijî şidestê ye.

 

Çalakvana bowarê jinan Şino Ehmed got ku divê rêxistinên jinan di 8’ê Adarê de li gel jinan kom bibin, li ser vê rojê nîqaş bikin û got; “Li gelemperiya cîhanê 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Ev roja dijî şidesta li ser jinan û cûdahiya navbera jin û zilam de ye.”

 

 

Her wiha çalakvanek din a bowarê jinan li Germiyan Viyan Necim jî wiha axivî; “8’ê Adarê roja têkoşîna jinane. Roja têkoşîna dijî şidet û cûdahiya navbera civakê de ye. Di 8’ê Adara îsal de li Rojavayê Kurdistanê jin berxwedanek bê hempa dimeşînin. Ji bo serkeftina gelê Kurd dijî dijminan şer dikin.”

 

 

Jinek din a binavê Heyfa Mecîd jî li ser 8’ê Adarê wiha axivî; “Hêvî dikim salvegera 8’ê Adarê bibe bidawîkirina binpêkirinên mafê jinan. Mafê ti jinan neyê xwarin û rastî tundûtûjiyê neyên. Li gor min tenê rojek ji bo jinan kême, divê hemû rojên salê bibin rojên jinan.”

 

 

Di dawiyê de Heyfa Mecîd axaftina xwe wiha bidawî kir; “Divê rêxistinên bowarê jinan li Başûrê Kurdistanê ji bo jinan dewreyên perwerdeyê vekin û xebatên pêşxistina jinan bidin.”

 

(sk)