BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

 

Li navçeya Kelar a Germiyan bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) jinan bi meşekê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Bi sedan jin beşdarî meşê bûn. Meşê bi dirûşmeya'Em 8'ê Adarê li jinên Efrînê pîroz dikin' li ber Dibistana Şehîd Aram destpê kir û heya Parka Leyla Qasim berdemwa kir.

 

Piştî meşê Endama Desteya Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) Jiyan Mecîd axivî û got; "Berxwedana jinan mîrasê xwedawendî û jinên 8'ê Adarê û jinên şehîdên rêya azadiyê û heqîqê ye. Îro li Efrînê jinên Rojhilata Navîn ji bo cîhanê îspat kir ku berxwedana jinan mirovahiyê berdewam dike."

 

 

Piştre Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Avesta Osman daxuyaniya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer xwend û got; "Em di vê rojê de soza berxwedanê ya heya azadiyê dubare dikin. Jin afinerên jiyan û hebûnê ne. Her wiha perwerdekarên mirovahiyê ne. Îro jinên Kurd pêşengtiya şoreşa azadî ya mirovahiyê dike. Hêz û îradeyê pêşkêşî tevahiya civakê dike."  

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here