HAWAR STAR/ KERKÛK

 

Îro 8’ê Adarê roja jinên têkoşer a cîhanê ye. Bi vê boneyê jinên bajarê Kerkûkê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku berxwedana jinan a dijî dagirkeriyê 8’ê Adara îsal hîn bilindtir kiriye.

 

Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Kerkûkê Reyhan Hemadî ku ji ajansa me re axivî, got; “8’ê Adarê bi ruhê şehîd Avesta û Şehîd Barîn li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî li jinên Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Bi vê boneyê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz dikim.”

 

 

Reyhan Hemadî wiha jî got; “Jinên Rojava bi fikir û hêza, bi fikir û felsefeya Rêber Apo bûne beşek ji şoreşek giring. Li gelemperiya cîhanê deng dane. Ev jî piştrastkirina hêza jinê ye li hemberî hişmendiya mêrsalarî. Em dibînin ji Başûr jin çûne Rojavayê Kurdistanê û bûne hevxemên wan. Li wir moralek mezin girtin.”

 

Çalakvana bowarê jinan Lane Şikur jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Îsal ji salên din cûdatir jin 8’ê Adarê pîroz dikin. Ew jî li ku li Rojavayê Kurdistanê li rex zilam di berxwedanê de ye. Li dijî hêza herî mezin a dijminê Kurd têdikoşe. Ev jî ji bo ewên neyarên mafê jinane peyameke. Ji bo yên çand û ol dikine hinceta biçûkxistina jinê peyameke.”

 

 

Lane Şikur axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Li Başûr divê jin û zilam bi hev re parastina mafê jinan bikin. Her wiha bizanin ku li Başûr jin jî weke jinên Rojavayê Kurdistanê xwedî heman hêz û îrade ne.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here