Jinên Kurd ji dagirkeran re gotin, ‘Hun bê minetin’

131

 

 

 

NAVENDA  NÛÇEYAN

 

 

Jinên çar parçeyên Kurdistanê îro roja 8’ê Adarê tevî Efrîniyan li navenda Efrînê meşeke girseyî lidarxistin û ji dewleta Tirk a dagirker û hemû hevalbendên wan re gotin, ‘Hun bê minetin’.

 

 

Jinên Kurd 8’ê Adarê bi coş û biryardariya têkoşîn û berxwedanê pêşwazî kirin. Her wiha şoreşa ku dibin pêşengiya jin de pêşdikeve û hêzên parastina welat silav kirin û piştgiriya xwe ragihandin.

 

Meşa dîrokî ya bi pêşengiya Kongreya Star û bi beşdariya jinên çar parçeyên Kurdistanê pêkhat, bi dirûşmeya “Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê” hate lidarxistin.

 

Meşa jinên Kurd ya dîrokî bi coşeke mezin berdewam dike û jinên Kurd bi vê meşa girseyî ji tevahî dagirkeran re peyama hun bê minetin dan dagirkeriya Tirk û hemû hevalbendên wê.

 

 

Jinên Kurd bi cilên Kurdî yên rengîn tevlî meşê bûn, bi tilîlî û dirûşman erd û ezmanê Efrînê hejandin.

 

 

(anf/bz)