Li Çemçemal 8’ê Adarê hate pîrozkirin

84

 

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîroz kirin.

 

Di serî de ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Jinan û Şaredariya Çemçemal ve bi boneya 8'ê Adarê şitlên daran hatin çandin. Her wiha ji aliyê Navenda Ciwanên Şoreş û Mala Jinan ve pêşnagehekî ya berhemên destê jinan û xwarinên Kurdewarî hate vekirin.

 

Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) jî li Hola Şakir Fetah bi şahiyekê 8'ê Adarê pîroz kir.

 

Di destpêka şahiyê de, Endamê Desteya Rêveberiya RJAK'ê Soma Ferhad axivî û got; "8'ê Adarê li jinên Efrînê, Kobanê, Qendîl û hemû jinan pîroz be. Jin jiyane, 5 hezar sale jiyan tê kuştin. Dema ku mêrsalarî serî hilda, kolekirina jinê destpêkirin. Her wiha di dîrokê de jinan qet dest ji berxwedanê neberdane."

 

Piştî axaftina komên muzîkê derketin li ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.