BOTAN GEMIYANÎ / HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Li Başûrê Kurdistanê îro bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li navçeya Kelar û bajarokê Rizgarî yên Germiyan jî bi rêzeçalakiyan 8'ê Adarê hat pîrozkirin.

 

Li Parka Leyla Qasim di saet 10:00'an de, Grûba keçên Destrengîn bi boneya 8'ê Adarê yekem pêşangeha xwe ya berhemên destê xwe vekirin. Pêşangehekê heya seat 17:00'an berdewam kir.

 

Her wiha di saet 10:00'an de Rêxistina Wad a Elmanî jî li gundê Guban ê Rizgarî  106 şitlên daran çand.

 

Di saet 14:30'an de Mala Ciwanên Kelarê û Grûba Devê ya Jinan li Parka Leyla Qasim a li Kelarê berhemên xwe pêşkêş kirin.

 

Di berdewama çalakiyên 8'ê Adarê de, Rêxistina Wad a Elmanî di saet 15:30'an de li Peymangeha Qela ya ne hikûmî çend çalakî pêk anîn. Yek ji çalakiyên wê semînera li ser Yasaya 8 a li hemberî tundûtujiya malbatî û tundiya li dijî jinan û dîroka 8'ê Adarê bû.

 

Her wiha di çalakiyê de xwendekarên jin ên peymangehê çend karên dest ên weke ristin û tablo nîşan dan.

 

Di saet 13:30'an de ,  li Hola Navenda Ciwanên Derbendîxanê semînerekî tenduristiyê ji bo Dr. Sazan Îbrahîm re hate organîze kirin.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here