MEXMÛR / ROJNEWS

 

Bi tevlîbûna hezaran jin û xwendekarên wargeha Mexmûrê bi çoşeke mezin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  bi dirûşma,‘ Sonda me ye emê pergala Îmraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn’  hate pîroz kirin. Jinên Mexmûrê her wiha 8'ê Adara îsal diyarî hemû jin û şervanên berxwedêr yên Efrînê kirin.

 

Gel di dewama şahiya  8’ê Adarê de li ber stranên Hunermend Çopî Fetah govend gerandin û rengê 8’ê Adarê qad bi cilên jinan ên renga reng xemilî. Piştî hunermend Çopî koma Şanoyê ya Renga Reng bi skêça têkildarî roja jinan amadekiribûn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

 

Her wiha di dewama şahiyê de Koma Govendê ya girêdayî Tevgera Ciwanên Mexmûrê jî bi govendên xwe yên herêmî rengek cuda da coşa jinan. Dîsa di rêzê de Koma Muzîkê ya Berçem derketin ser dikê û bi stranên xwe coşa gihand lûtkeyê.

 

Herî dawî gel li ber stranên Hunermend Serdar Birîndar govend gerandin û bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û silavkirina Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku 48 rojin bê navber dom dike bi dawî bû.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here