Li Serêkaniyê artêşa Tirk  jina ciwan bi giranî birîndar kir

71

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser bajarên Bakurê Sûriyeyê, didomîne.

 

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên li ser sînor ê bajarê Serêkaniyê yê Rojava kir û di encamê de jina bi navê Emîne Abdulrehman Mele Derwîş a 18 salî bi giranî birîndar kir.

 

Balefirên keşfê Yên artêşa Tirk ji danê sibê ve li ser bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê re digerin.