Li Seyidsadiq  semînera 8’ê Adarê

50

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / SILÊMANÎ

 

Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê, li Hola Diyalog, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê semînerek ji Seroka Enstitûya Word Aştî Ebdullah re hate organîzekirin.

 

Di semînerê de Seroka Enstitûya Word Aştî Ebdullah jinên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jinên Efrînê ji ber berxwedaniya wan mînak nîşan da û got ku li Rojavayê Kurdistanê di warê maf û erk de cudahî di navbera mêr û jinan de nîne. Her wiha Aştî got ku divê jin dersê ji ezmûnên Rojavayê Kurdistanê bigirin.

 

 

 

Her wiha li Seyiqsadiq di saet 15:00'an de, bi beşdarbûna hejmarek jin, perde li ser tabloya li ser dîwarê li ser rêya sereke ya di navbera Silêmaniyê û Seyidsaqid hatî çêkirin, hate rakirin. Tablo ji aliyê jinekê ve hatibû çêkirin.