SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK'ê, bi tevlîbûna sedan jinan li Cadeya Salim a bajarê Silêmanî meşa jinan destpêkir û li ber  Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi dawî bû.

 

Di meşê de dirûşmeyên ji bo piştgiriya Efrînê hatin qêrin. Her wiha meşa ku bi sedan jin tevlî bûne, dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî berxwedana YPG/YPJ’ hatin gotin.

 

Piştî meşê Endama RJAK'ê Qeywan Mehruf peyama RJAK'ê xwend. Di payamê de wiha tê gotin; "Dîroka jin, dîroka berxwedan û têkoşînê ye, têkoşîna jin û têkoşîna 8'ê Adarê ya îsal em nêzî azadiyê kirine. Li hemû cîhanê, bi taybet jinên Kurd li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi saya paradîgmeya Rêber Apo, ji bo hemû mirovahiyê û hemû gelên bindest ên cîhanê pêşengtiya şoreşê dikin."

 

Di dawiya peyama PJAK'ê de, bang li jinan tê kirin xwe bi rêxistin bikin û wiha tê ragihandin,"Pêwîste em xwe bi rêxistin bikin û ji bo dawîanîna hişmendiya kuştina jinan divê bi fikir û ramanên Rêber Apo têkoşînê bikin û divê 8'ê Adarê di çarçoveya rojekê de nemîne."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here