Mexmûrî 8’ê Adara îsal diyarî Efrînê kirin

90

 

 

 

MEXMÛR/ROJNEWS

 

 

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi tevlîbûna hezaran jinên bi cil û bergên Kurdewarî li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hate pîroz kirin.

 

 

Li qadê pankartên bi nivîsa ‘Gelê Mexmûrê li gel Efînê ye’, ‘Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn’, ‘Bi pêşengtiya jinê, Berxwedana Serdemê mîsoger e’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘8’ê Adarê pîroz be’ hatibûn bilindkirin. Dîsa li gel hildana posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên jin ên şehîd mîna Sara, Delal, Bêrîtan û alên PKK’ê, KCK, YJA Star, YPJ, YPG’ û TJK hatin bilindkirin.

 

 

Bernameya mîrhîrcana 8’ê Adarê bi kombûna gel saet 14:00’an bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

 

Destpêkê li ser girîngî û wateya rojê li ser navê Îştarê Perwîn Şirnex axivî û di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê 8’ê Adarê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hemû gelê amade, jinan û bi taybet jinên berxwedêr ên di çeperên şer ên Berxwedana Serdemê de şer dikin pîroz kir.

 

 

Perwîn Şirnex bal kişand ser dîrokçeya têkoşîna jinê û got: “Ji bo jin mafê xwe bi dest xwe ve bînin bi sedan berdêl da û heta gihiştina vê rojê jî li kargeha ku 129 jin lê bi awayê hovan e hate qetilkirin. Bi vê boneyê heta ku jin azadiya xwe bidest ve bîne wê berdêlên giran bide. Em îro ji bo vê têkoşîn dikin.”

 

‘Roja têkoşna azadiya jinê ye’

 

 

Şirnex bîbîr xist ku 8’ê Adarê divê êdî weke rojekê negirin dest û got: “8’ê Adarê êdî be tenê rojek e.8’ ê Adarê roja berxwedan û têkoşîna vîna azad e. Ji bo vê êdî wê ev roj weke roja xwe azadkirin û berxwedana jiyana azad bê destgirtin. Ji bo vê divê em hemû jin ji bo vê berxwedan û têkoşînê bilind bikin.”

 

‘Em vê rojê diyarî jinê berxwedêr ên Efrînê dikin’

 

 

Perwîn Şirnex bal kişand ser Berxwedana jinê ya li Kobanê û got: “Em îro bi ruhê berxwedana jinên Efrînê 8’ê Adarê li vir pîroz dikin. Em vê coşê diyarî jin û hemû gelê berxwedêr yê Berxwedana Serdemê dikin. Herî dawî dîsa vê rê li hemû jinên têkoşer, berxwedêr û yên ji bo azadiya jin û gelan şer dikin pîroz dikin.”

 

Bernameya şahiya 8’ê Adarê bi rêzê ve Koma Şehîd Viyan,Koma Şano ya Şehîd Hêvî Yekta derketin ser dikê.

 

Her wiha hunermenda Başûrê Kurdistanê Çopî Fetah jî tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bû û bi stranên xwe girseyê coş dike.

 

Pîrozbahî bi hemû coşa xwe dewam dike…

 

(bz)