Newzad Resûl: Hikûmeta herêm û Bexda lihevkirina veşartî kirine

82

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Ji ber alozî û pêşbaziya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de welatiyên Herêma Kurdistanê ketine nav rewşek xerab de. Der barê mijarê de parlamenterê Iraqê Newzad Resûl ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku di navbera hikûmeta Başûr û Iraqê de lihevkirinek veşartî hatiye kirin.

 

Parlamenterê YNK’ê li parlamentoya Iraqê Newzad Resûl diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê li ser mijara petrol, şandina bûdce û mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê lihevkirina veşartî kirine.

 

Newzad Resûl wiha jî got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di aboriya serbixwe de şikest anî. Ji bo wê jî vê carê bi hemû mercên Bexda razî bûye û wê di proseya siyasî ya Iraqê de berdewam bike.”

 

Newzad Resûl axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Sozên vê carê yên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wê bên pêkanîn. Li bendê ye ku pêş Newrozê mûçeyê Wezareta Tenduristî û Perwerdeyê bên şandin.”

 

(sk)