Parêzerên Helebce daxwaza rawestandina rêzefilmên Tirkî dikin

54

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Li Başûrê Kurdistanê beşek ji qenal û ragihandinan demek dirêjin wergera rêzefilmên Tirkî dikin û diweşînin. Ev jî bûye cihê nerazîbûnek zêde ya welatî û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê. Bi vê boneyê parêzerên ji Helebce ku ji ajansa me re axivîn, daxwaza rawestandina rêzefilmên Tirkî kirin.

 

Parêzer Serçinar Ehmed got ku weşandina rêzefilmên Tirkî bandorek xerab li ser civaka Kurd daye çêkirin û wiha dewam kir; “Ev rêzefilmên Tirkî ku çanda Tirk vedibêjin, ne li gor çanda me ne. Di aliyê civakî de jî bûne sedema zêdebûna tundûtûjiya nav malbatê de. Peywendiyên malbatan paşxistine.”

 

 

Serçinar Ehmed wiha jî got; “Gava herî baş rawestandina van rêzefilmane. Ev ji bo piştgiriya gelê me li Efrînê jî helwestek niştîmanî ye. Ji kirîn û wergerkirina van rêzefilman pereyek zêde digehe Tirkiyê. Dikarin vî pereyî weke alîkarî bidine gelê Efrînê ku birîndarên xwe pê çareser bikin.”

 

Parêzerek din ê ji bajarê Helebce Faruq Heme Tufîq jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Rêzefilmên Tirk bandorek pir nebaş li ser civaka Kurd daye çêkirin. Ew sûcên ku civaka Tirk di rêzefilmên xwe de nîşan didin ketine nav civaka me jî. Rêjeya sûc û pirsgirêkên nav malbatan zêdetir kiriye.”

 

 

Faruq Heme Tufîq wiha dawî li axaftina xwe anî; “Metirsiya van rêzefilmên Tirkî ji êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tîne ne kêmtirin. Gava herî baş rawestandina van rêzefilmên Tirkî ye. Ji bo nehiştina van metirsiyan û weke piştgiriyek ji bo gelê Efrînê jî. Her wiha bi vî şêwey bersiva dijminên gelê xwe jî bidin.”

 

(sk)