RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Jinên bajarê Kerkûkê ku bi boneya 8’ê Adarê roja jinên cîhanê ji ajansa me re axivîn, 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û diyar kirin ku divê jin têkoşîna dijî şidestê bilindtir bikin.

 

Çalakvana jin binavê Hesîba Ebdullah diyar kir ku rewşa jinan bi giştî û taybetî jinên Kurd di astek zehmet re derbas dibe, bi berdewamî rastî tundûtûjî û rêgezperestiyê tên.

 

 

Hesîba Ebdullah wiha jî got; “Divê jin têkoşîna xwe ya li dijî tundûtûjiyê bilindtir bikin. Pêşketina civakê girêdayî asta pêşketin û rewşenbîriya jinan e. Dema jin pêşketî be, civakek baş ava dibe û nifşek baş mezin dibe. Pirsgirêkên nava civakê jî namînin.”

 

Her wiha şanoger Hewar Faris jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Gelek jinên xwedî jêhatin hene. Ewên ku li Efrînê berxwedan dikin, hemû jinên xwedî hêz ên Kurdin. Li Başûrê Kurdistanê jî di gelek qadan de jin pêşengin.”

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here