Sibe jin diherikin Qendîlê

68

 

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

Jinên Başûrê Kurdistanê Roja Cîhanî ya Jinan 8’ê Adarê bi awayeke girseyî li Binarê Qendîlê pîroz dikin. Mîtînga li Qendîlê wê bi dirûşmeya ‘Jinên Başûr berxwedana jinên Efrînê silav dikin’ were lidarxistin.

 

Mîtînga 8’ê Adarê ya ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve tê organîze kirin saet 10:00’ê berê nîvro destpê dike.

 

Wê bi nave RJAK û Tevgera Azadî axaftin bên kirin. Her wiha rêxistin û kesayetên bixwazin peyamên xwe yên ji bo rojê pêşkêş bikin jî dikarin bidin.

 

Wê di mîtîngê de gelek komên govend û stranan derkevin ser dikê. Koma Şehîd Berçem û Şehîd Destîna ya govendê, Koma Amara û Şehîd Serhed yên Mûzîkê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.

 

Wê mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bibe.

 

 Rêveberiya RJAK jî banga tevlîbûna girseyî li tevahî jinên Başûrê Kurdistanê dike û dibêje, wê jinên Başûrê Kurdistanê li Qendîlê peyama piştgiriya bi jin û gelê Efrînê re ragihînin û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere bikin.