Tevgera Azadî bi boneya 8’ê Adarê peyamek da

66

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê roja jinên têkoşerên cîhanê îro peyamek nivîskî belav kir û 8’ê Adarê pîroz kir.

 

Di peyama Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya li ser 8’ê Adarê de wiha hate gotin: “Bêguman hişmendiya desthilatparêz rêgezperestî afirand û kire bingehê hemû pirsgirêk û qeyranên herêmê. Gelê Kurd jî timî bûye qurbanê hêzên faşîst û rêgezperestiya desthilatparêst. Ji bo jinên Kurd ev qurbaniye du caran mijara gotinê ye.

 

Jinên Kurd li gelemperiya Kurdistan û bi taybetî niha li girtîgehên dewleta Tirk, Efrîn û Rojavayê Kurdistanê roja herî mezin û pîroztir a jinan di dîroka mirovahiyê de tomar dikin. Ev modela pêşengiya jinê û demokratîkbûna civakê li Rojava heye, wê bibe mînaka serkeftin û xwerêveberiyê ji to tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn.

 

Weke jinên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê vê rojê li Rêberê Gelên azadîxwaz û afirênerê îdeolojiya rizgariya jinê Rêber Ocalan pîroz dikin. Her wiha 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşerên cîhanê, jinên Kurdistanê û bi taybetî jinên îro li eniyên cengê dijî dijmin rawestane, şeref û namusa gelan diparêzin, bi ruhê xwe yê pak parastina xak, niştîman, jiyana bi hev re û demokrasiyê dikin pîroz dikin.

 

Em rexnedayîna xwe li hemberî ew jinên ku me nekariye xwe bigehînine wan û ji vê rewşa zehmet wan rizgar bikin û nebûne alikar ji bo wan.”

 

(sk)