Tevgera Azadî ji bo 8’ê Adarê li Hewlêr çalakî lidar xist

63

 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Îro li ber Parka Şanedêr a bajarê Hewlêr jinên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê roja jinên cîhanê çalakî lidar xistin.

 

Yek ji endamên komîteya amadekar a çalakiyê Kûsret Ehmed ji ajansa me re wiha got; “Em li vir şehîdên ku di rêya azadî, wekhevî û dadperweriyê de xebat kirine bibîr tînin.”

 

 

Kûsret Ehmed diyar kir ku di dadperwerî û wekheviya civakê de rolê jinan pir giringe.

 

 

(sk)