ROJNEWS/MEXMÛR

 

Zarokên penaber yên Mexmûrê stranek bi navê ‘Çiqa Zeytûnê’ li ser berxwedana Efrînê derxisitn.

 

Koma zarokên Weqfa Jin a wargehê ji ber êrîşên dewleta Tirk yên ser Efrînê ku herî zêde jî zarok dibin qurbanê vê hovîtiya dewletê stranek gotin.

 

Çîdem Oren ku vê stranê nivîsiye wiha got: “Em komek zarok di bin sîwana Wexfa Jinê de perwerdeya hûnerî dibînîn. Navê koma me jî Şehîd Delîla ye. Dema min temaşeyî dîmenên kû êrîşên li ser Efrînê di nûçe yan jî di dîmenan de  dikir, çawa ku zarok di nav şer de diman, gel dihat qetilkirin û êşa zarok û dayîkan ticarî ji ber çavên min ne diçûn.  Bi van dîmenan ez gelek bi hêrs û hestiyar dibûm û ev hest hêla kû  ez stiranek  bi navê  “Çiqa Zeytûnê” binivîsim.

 

 

Mamoste Axîn Kabul jî diyar kir ku wê ciwan û zarokên Mexmûrê her timî li gel zarokên Efrînê bin û ew bi tenê nînin û got: “Em vê stranê diyarî kulîlkên Efrînê dikin û bawer dikin ku wê berxwedan serbikeve.”

 

 

 

 

 

 

 

 (sh/hr-bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here