Çemçemalî: Li Başûr hebûna baregehên Tirkiyê metirsî çêdike

69

 

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Nerazîbûna welatiyên Herêma Kurdistanê li dijî hebûna baregeh û navendên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê dewam dikin. Bi vê boneyê rojnameger û çalakvanên medenî yên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ku ji ajansa me re axivîn, daxwaza derxistina van baregehan kirin.

 

Çalakvanê medenî yê navçeya Çemçemal Qasim Kazim diyar kir ku hebûna baregehên leşkerên Tirk li ser xaka Herêma Kurdistan ti sûdek ji bo herêmê nîne û wiha domand; “Tenê karê wan jenoside û bi pîlanek hatine Başûrê Kurdistanê. Ev jî di demek ku îro Kurd li ber çavê hemû dinyayê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve têne jenosid kirin.”

 

 

Qasim Kazim wiha jî got; “Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêmê, aliyên siyasî û rayedar heya niha li ser vê mijarê weke pêwîst kar nekirine. Hêvî dikim bibin  yek deng ji bo derxistina baregehên Tirkiyê. Ev baregehe tenê zererê didin, ti sûdê wan ji bo Herêma Kurdistanê nîne. Ji ber ku li ti welatekî tiştek wiha nîne welatek biyanî netewek jenosid bike û baregehên xwe li ser xaka wê netewî bicih bike.”

 

Çalakvanek din a medenî Evîn Dara got ku hikûmeta Tirk timî hewl dide Kurdan tine bike û wiha peyîvî; “Dewleta Tirk timî dixwaze çanda Kurdan tine bike. Ji bo wê jî hebûna van baregehan ti sûde ji bo herêmê nîne. Tenê gefa li ser Kurdan e. Weke çewan niha li Efrînê hewl dide Kurdan tine bike.”

 

 

Evîn Dara got; “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo paqijkirina xaka Kurdistanê ji van baregehan hewldanên cidî bide. Ji ber ku ev baregeh gefa li ser Kurdane.”

 

Her li ser heman mijarê rojnameger Peywend Şêrko jî nerazîbûna xwe ya li hember hebûna baregehên dewleta Tirk li Başûr wiha anî ziman; “Hebûna baregehên Tirk li Başûrê Kurdistanê metirsiye. Ji ber ku em dibînin rojane dewleta Tirk li Efrînê jin, zarok û welatiyan jenosid dike.”

 

 

Peywend Şêrko axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ew tifaq çend aliyên siyasî li gel dewleta Tirk heye, wisa kiriye ku li çend herêman baregehên dewleta Tirk hebin.”

 

(sk)