SAMAN RÊKANÎ/ DÊRELOK

 

Berxwedana gelê Efrînê bi tevlîbûna jinan li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirk berdewame. Bi vê boneyê jinên navçeya Dêrelok a girêdayî parêzgeha Dihokê ku ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê anîn ziman.

 

Çalakvana bowarê jinan Barîn Nihêlî diyar kir ku îro jinên Kurd di aliyê siyasî û leşkerî de xwedî rolek giringin, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bûne pêşeng û lehengiya jinên Kurd ji hemû dinyayê re îspat kirine.

 

 

Barîn Nihêlî got ku duh li Kobanê, îro li Efrînê jinên Kurd bûne sembola şoreş û berxwedanê û got; “Şehîdên weke Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bi lehengî û giyanê xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk şoreşa Rojava parastin.”

 

Her wiha jina binavê Semîre Salih jî wiha peyîvî; “Jina Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe bê navber berxwedan dike. Ew destkeftiyên li Rojava bi dest xistine, bi pêşengiya jinan ne. Bi ew lehengiya hate kirin, karîn lehengiya jina Kurd nîşa cîhanê bidin.”

 

 

Her wiha jina binavê Ferîba Mihemed jî diyar kir ku li gel ku jina Kurd qurbanê sîstemek girtî ya mêrsalarî ye jî, belê dîsan jinan bi hêz û îradeya xwe karîne xwe ji van astengiyan rizgar bikin.

 

 

Jina bi navê Negrîn Hêtînî jî got ku jinên Kurd di hemû şoreş û raperînan de xwedî rolek berçav bûne û bûne pêşeng û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Li gel astengî û şidestê jî, belê dîsan jî jinan têkoşîna xwe dewam kiriye. Berxwedana Rojavayê Kurdistanê jî lehengî û pêşengiya jina Kurd nîşan dide.”

 

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here