BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Li Herêma Kurdistanê heya niha tundûtûjiya dijî jinan û kuştina dibin navên cûda de didome. Der barê mijarê de endama encûmena bilind a karûbarê xaniman Emel Xelal ji ajansa me re axivî.

 

Emel Celal diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bûyerên tundûtûjiya dijî jinan zêde bûne û got; “Li hemberî vê jî hewldanên ji bo nehiştina tundûtûjiyê jî dewam dikin.”

 

Emel Celal axaftina xwe wiha dewam kir; “Sedemê zêdebûna tundûtûjiyê ji ber ew rewşa niha li Herêma Kurdistanê û qeyranan heyî ye. Li hemberî vê jî hişyarbûna jinan çêbûye û dikarin bi rêya serlêdana dadgeh û vekirina dozê mafên xwe bi dest bixin.”

 

Di dawiyê de jî Emel Celal axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Li Herêma Kurdistanê giringî nayê dayîna jinan. Rê nayê dayîn jin tevlî proseyên siyasî bibin. Pêwîste di nava hemû qadên civakê de jin xwedî rol be.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here