ROJNEWS/MEXMÛR

 

Îro gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî û gêrîlayên YJA-STAR’ê bi bejdarbûna sedan şêniyên wargehê re roja jinên kedkar ya cîhanê 8’ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin. Pîrozbahî bi torena leşkerî destpê kir.

 

Li ser giringiya rojê ji Fermandarên YJA-STAR’ê Rojda Mardîn axivî û got: “Di despêkê de bi dileki gerim bi mejiyek aqilane em Serokê xwe himbêz dikin.  Em  vê rojê li hevalên xwe yên diçeperan de şer dikin, di şexsê Şehid Avesta Xabûr de, Şehid Barinan de  li hemû şehidên şoreşê em cejna wan piroz dikin û bejna xwe li  ber wan ditewinin. Wek têzanîn em di pêvajoyek pir xûrt û dijwar de derbaz dibin, berxwedaniyan ku li Efrinê pêşdikeve berxwedanîya gelê me, berxwedaniya hevalên me, em silav dikin û soza bilindkîrin atekoşinê didin.”

 

‘Em pêşengê civaka Azadin’

 

 

Rojda Mardîn di berdewamiya axftina xwe de bal kişand li ser  berxwedaniya jinê û wiha berdewam kir: “Ji roja destpê kêheya iro di çand û diroka PKKê de, tû cari berxwedana gelê Kurd berxwedana jina Kurd lewaz ne ketiye, hertim tekoşînek mezin li himber dijmin daye meşandin. Yê ku îro zihniyeta desthilatdar li ser gelê me dide meşandin,em îro li himber vê zihniyetê tekoşin dikin. Em di wê baweriyêdenin ku felsef û îdeolojiya Serok Apo wê vê zihniyetê bin bixe. Li ser vê esasî em weke jinên YJA STAR û HPG ji bo tevayi jinên cihanê em dibin minak, em pêşengê civaka azadin, em pêşengên jinên azadin, em pêşengên jiyana xuliqdarin. Yê ku îro zihniyeta demokratîk modernite bide meşandin bike malê civakê bike mala gelê Kurd disa jinin  û pêşengtiya jinê ye."

 

Piştî axaftina Fermandara YJA-STAR’ê Rojda Mardîn şahî bi amadekariya bernameya YJA-STAR û bi stranên koma  Şehîd Viyan   gel govend gerandin. Piştî koma Şehîd Viyan  şanoya koma Hêvî Yekta şanoya bi navê Efrînê hat pêşkêşkirin, piştî koma Hêvî Yekta koma şanoya binavê Reng û Reng listoka bi navê 8’ê Adarê hat lîstin. Di dawiyê de  bi stranên hunermed Serdar Birîndar gel û gêrîlayan govend gerandin. Şahî bi dirûşmeyên ‘ Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘ Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 

 

(sh-hr/sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here