‘Ji bo tifaqa Kurdan kongreya netewî pêwîste’

65

 

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Di nava aliyên Kurd ên herçar parçeyên Kurdistanê de lidar xistina kongreya netewî yek ji daxwazên serekî ye. Têkildarê mijarê Serokê Komeleya Ronakbîrî û Komeleya Yarîsan li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê Hêrêm Kakeyî ku ji ajansa me re axivî, bal kişande ser pêwîstiya lidar xistina kongreya netewî.

 

Herêm Kakeyî diyar kir ku ew êrîşên faşîstane yên dewleta Tirk li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin û wiha dewam kir; “Weke Kakeyî û Komeleya Yarîsan ew kiryarên faşîstane yên Erdogan dijî Efrînê dike bi tundî şermezar dikin. Ji ber gelê me xwedî ezmûnek mezine, wê li hemberî dijmin çûk ne dane. Dijî dijmin raweste. Weke Kurd em ne penaberin, em li ser xaka û xwedî bingehek kûrin. Ji bo wê jî ti hêzek nikare me ji ser xaka me derbixe.”

 

Kakeyî her wiha got, “Berxwedan wê dewam bike. Tecrîdkirina Serok Apo gelê Kurd hîn zêdetir aniye nava qada xebata dijî dijmin. Ti hêzek nikare îradeya vî gelî bişkêne.”

 

Kakeyî di dawiyê de jî got; “Lidar xistina kongreya netewî niha ji bo tifaq û yekdengiya Kurdan pêwîste. Divê ji bo civaka navnetewî li hemberî pirsgirêka Kurd û Efrînê bibe xwedî helwest kar bikin û bêdengiya wan bişkênin.”

 

(sk)