Jinên Germiyan: Berxwedana Efrînê îspata îradeya jinan e

59

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Berxwedana Serdemê ya Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di roja 49’an de berdewam dike. Jinên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku berxwedana Efrînê îspata îradeya bihêz a jinan e.

 

Yek ji jinên herêma Germiyan Seher Hesen got ku berxwedana jinan li Efrînê dijî rejîma dewleta Tirk îspat kiriye ku jinên Kurd xwedî îradeyek bihêzin û ji bo parastina xak û niştîman jin xwedî hêzek mezinin.

 

 

Seher Hesen diyar kir ku ew hêvî dike jinên Başûrê Kurdistanê jî hemû astengiya bişkênin û bibine şervanên Rojava.

 

Her wiha jina binavê Roşna Ehmed jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Ya giring ewe jinên Başûr pêl bi pêl bi hev re biçine Efrîn. Li rex şervanên jin şer bikin. Ne tenê baxivin û ti pratîka me nebe. Ji ber ku niha pêwîstiya wan bi gavên pratîk heye ji bo serkeftina li hember dijminan.”

 

 

Çalakvana bowarê jinan Xelat Salih jî wiha peyîvî; “Divê êdî jinên Başûr bi çavek biçûk xwe temaşe nekin. Qehremanî û xebata jinên Rojava mînak bigirin û ji bo rizgarbûna ji bin destan wan bi şopînin. Her wiha bi dawî anîna zilm û desthilata mêrsalarî bidawî bikin.”

 

 

Di dawiyê de jî Xelat Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Pêwîste bi hêz û berxwedana jinan li Efrînê ji bo xwe bikine gavek a destpêka parastina li xak û niştîman.”

 

(sk)