Li Dihok zilamekî kurê xwe kuşt, keça xwe jî birîndar kir

63

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYA

 

Berpirsê ragihandina polîsên Dihokê Hêmin Silêman îro li ser hesabê xwe yê Facebookê nûçe kuştina kesek û birîndarkirina jinek ciwan li gundê Zawa yê girêdayî Dihokê belav kir.

 

Li gor agahiyên Hêmin Silêman belav kirîn, li gundê Zawa yê girêdayî parêzgeha Dihokê zilamek bi çekê gule li kur û keça xwe reşandine. Di encamê de kurê wî yê temen 20 salî jiyana xwe ji dest da û keça wî ya temen 26 salî jî bi giranî birîndar bû.

 

Her wiha hate diyarkirin ku zilam temenê wî 52 sale û piştî bûyerê xwe teslîmê polîsan kiriye.

 

Hêmin Silêman diyar kir ku bûyer ji ber pirsgirêkek civakî rû daye û ti agahiyên din neda.

 

Duh li Dihokê di encama nîqaşa navbera du kesan derketî de, kesek hate kuştin.

 

Hêjay gotinê ye ku ji serê îsal ve li Herêma Kurdistanê heya niha 73 kes hatine kuştin û xwe kuştine.

 

(sk)