Li eniyên Cindirês, Şera û Bilbilê bi sedan dagirker hatin kuştin

68

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyêyn QSD û YPG’ê hatine bidestxistin, di şerê çar rojê dawî de, yên li eniyên Bilbilê, Şera û  Cinsdirê 313 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

 

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê roja 20'ê Çileyê destpê kiribûn. QSD'ê 7'ê Adarê bîlançoya 47 rojên şerê Efrînê eşkere kir û diyar kir ku 1588 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Di heman şerî de 283 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Dewleta Tirk 47 rojan 1026 caran bi balafiran bombe li cih û warê sivîlan barand û bi çekên giran jî 3307 caran qadên sivîlan barand.